Li Nevşehirê ji bo mamosteyan tûra balona hewaya germ hat lidarxistin
Nevsehir
NEVŞEHÎR (AA) - Li Urgupa navçeya Nevşehirê bi minasebeta 24ê Mijdarê Roja Mamosteyan ji bo mamosteyan tûra balona hewaya germ hat lidarxistin.
Balonên hewaya germ di berbangê da li Qada Festîvalê ya Urgupê ji bo firînê hatin amadekirin.
Yekîneyên Siwariyan ên Fermandariya Navenda Perwerdeya Hesp û Kûçikan a Nevşehirê jî li qada firîna balonan amade bûn.
Piştî ku 110 mamosteyên beşdarên çalakiyê li sebetan hatin siwarkirin, balonên hewaya germ li dû hev bi firê ketin.
Îbrahîm Ozcanê ji mamosteyên ku beşdarî tûrê bûn, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew roja hemû hevpîşeyên xwe pîroz dike.
Ozcan bal kişand ku 24ê Mijdarê Roja Mamosteyan nîşaneyeke wê qîmetê ye ku ji mamosteyan ra tê dayîn û wiha got, "Îro serê sibehê em wekî zarokan bi kêf û şahî hişyar bûn. Hatin cihekî wihareng û derketina li perê esmanan dê bibe tiştekî cuda. Em pir kêfxweş in."
Balonên ku mamoste derxistin perê esmanên Urgupê qedera 45 deqîqeyan li hewa man.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
