Elif Irmak
21 Gulan 2020•Rojanekirin: 28 Gulan 2020
Çiyayê Nemrûdê yê ku yek ji wan deran e ku lê hilatin û qulibîna rojê herî xweşik tê temaşekirin û di Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bê ziyaretvan ma.
Çiyayê Nemrûdê ya 2 hezar û 206 mêtro bilind a ku lê tumulusa 50 mêtro bilind, 150 mêtro fireh a Qraliyeta Kommageneyê û peykerên mezin heye îsal ji ber têkoşîna dijî vîrusa koronayê bêdeng e.
Hat diyarkirin ku Çiyayê Nemrûdê dê serê hezîranê ji bo ziyaretê bê vekirin.
Midûrê Çand û Turîzmê yê bajêr Mustafa Ekîncî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ragihand ku par ji 160 hezarî zêdetir ziyaretvanê Çiyayê Nemrûdê ziyaret kir.
Ekîncî diyar kir ku beriya şewba vîrusa koronayê hedefa wan a ziyaretvanan ji bo îsal ew bû ku ji 200 hezarî derbas bibin û got ku "Lêbelê ji ber ku di çarçoveya revdîrên şewba Kovîd-19ê da ziyaretvan nayê qebûlkirin û sê meh dereng dest bi sezonê dikin em ê negihêjin hedefa dihat xwestin."
Ekîncî got dema sezona turîzmê dest pê kir plan dikin ku hemû tevdîrên wekî maske û mesafeya civakî hildin û ziyaretvanên Nemrûdê qebûl bikin.