Tirkiye

Li navenda xweşiqitandinê ya Hekariyê qerebalixiya dawiya hefteyê

Sayim Harmancı  | 04.01.2026 - Rojanekırın : 05.01.2026
Li navenda xweşiqitandinê ya Hekariyê qerebalixiya dawiya hefteyê Sayim Harmancı

Hakkari

HAKKARÎ (AA) - Li Navenda Xweşiqitandinê ya Mêrga Botan a li Hekariyê ku raqima wê 2 hezar û 800 e, ji ber betlaneya dawiya hefteyê qerebalixî çêbû.

Navenda xweşiqitandinê 12 kîlomêtre dûrî navenda bajêr e û piştî berfa dawî ya ku ket, qalindahiya berfê derket mêtreyek û 67 santêmî.

Ji ber ku sezona xweşiqitandinê li vê navendê dirêj e û berfa wê xizik xizikî ye, ev navend dertê pêş. Ji navenda bajêr û bajarên derdorê gelek hezjêkerên xweşiqitandinê bûn mêvanê navendê.

Hezjêkerên xweşiqitandinê xwe şiqitandin û snowboard kir, malbat bi zarokên xwe ra bi xizekan xwe şiqitandin.

Ekîbên Lêgerîn û Xelaskirinê yên Cendirme, UMKE û ambulans li ser îhtimala rewşeke neyênî li tesîsê bendewariyê dikin.

Kuzey Onur Aslanê ku ji Wanê hate navendê, ji nûçegihanê AAyê ra wiha got: "Wî xwe li hemû pîstên tesîsê şiqitand. Ez cara ewil têm vê derê. Ji ber ku tesîsa Wanê venebûye, em hatin vê derê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.