Tirkiye

Li Mûşê zarokan bi xizekan keysa xwe li berfê anîn

Sabri Yıldırım  | 03.01.2022 - Rojanekırın : 04.01.2022
Li Mûşê zarokan bi xizekan keysa xwe li berfê anîn

Muş

 Li gundê Bostankentê yê girêdayî Mûşê, piştî barîna berfê zarokan xizekên xwe derxistin û ji serberjêrê ku kirin pîst, xwe şiqitandin.

Li gundê 57 kîlometre dûrî navendê, zarokên di navbera 8-12 salî de keysa xwe li barîna berfê anîn û bi xizekan xwe şiqitandin.

Zarokan diyar kir ku kêfa wan zehf bi barîna berfê hat û wiha gotin, "Me li nava gund ciyekî vala ji xwe ra kir pîst. Em bi xizekan xwe dişiqitînin û kêf dikin. Şiqitandin ji bo me şahî ye. Em her wisa goga berfê jî dilîzin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın