Tirkiye

Li Mûşê mêrg û mexelên ku hêşîn bûn, bi birên pez rengîn bûn

Sabri Yıldırım  | 01.04.2026 - Rojanekırın : 01.04.2026
Li Mûşê mêrg û mexelên ku hêşîn bûn, bi birên pez rengîn bûn

Muş

Li Mûşê rêncber bi hatina biharê ra dest pê kirin û birên pezên xwe berdan mêrg û mexelan.

Li bajarê ku zivistan dijwar lê derbas bû, bi germbûna hewayê pez berdan mêrg û mexelan.

Rêncberên ku seranserê zivistanê pezê xwe di goman da bi ka û kesê xwedî kirin, heywan berdan çêrê.

Kadrî Keskînê ku li gundê Kayaliyê rêncberiyê dike, diyar kir ku bi vehelîna berfê û hatina biharê ra wan dest pê kir û heywanan berdidin derva.

Keskîn diyar kir ku li herêmê zivistan zêde dikişîne û wiha dewam kir, "Em şa bûn ku tav derket û hewa germ bû. Em êdî alif nadin heywanên xwe û wan berdidin çêrê. Eraziyên Deşta Mûşê hêşîn û çêre xweş bû. Em serê sibehê heywanan dibin mêrg û mexelan û êvarê vedigerin."

Rêncber Erhan Ozdogan jî wiha got, "Îsal zivistana me pir dijwar derbas bû. 500 serî pezê min hene. Bihar hat. Ji ber vê em şa ne. Li derva çêrandina heywanan ji aliyê aboriyê va seba me rind e. Em ji êm û kayê teseruf dikin. Em heywanan heta êvarê diçêrînin. Çêreya mêrg û mexelan pir xweş bûye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.