Li Mûşê malbatên ku dixwazin bigihêjin ewladên xwe çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê domand
Muş
Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên ku her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê tên bal hev xwestin ku dengê xwe bigihînin zarokên xwe.
Dê û bavên ku pankartên ku li ser "Dayik li ber xwe didin", "Em di nobeta ewladan da ne" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" nivîsandî dan destên xwe, bang li ewladên xwe kirin ku ew teslîm bibin.
Naciye Sonmez Yildiza beşdara çalakiyê ye daxuyand ku rêxistina terorê kurê wê revandiye.
Sonmezê got: "Kurê min Osman, heke tu dengê min dibihîzî yan tu min dibînî, vegere. Em li benda te ne. Heke serwetekê bidin min jî, ew nikare min bi qasî vegera te min bextewar bike. 11 sal derbas bûn di ser çûyîna te ra, lê hiş û dilê min bi te ra ye."
Şahinaz Ozcana ji bo kurê xwe tevlî çalakiyê bûye, got, "Ez bi kelecan li benda te me. Kurê min, rêya ku te girtiye ne rêya rast e. Ji kerema xwe vegere."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
