Li Mûşê malbatên ku dixwazin bigihêjin ewladên xwe çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê domand
Muş
Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên ku her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê tên bal hev xwestin ku dengê xwe bigîhînin zarokên xwe.
Dê û bavên ku pankartên ku li ser "Dayik li ber xwe didin", "Em di nobeta ewladan da ne" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" nivîsandî dan destên xwe, bang li ewladên xwe kirin ku ew teslîm bibin.
Naciye Sonmez Yildiza ku beşdarî çalakiyê bû ji endamên çapemeniyê ra daxuyand ev 10 sal in ku ew tu xeberê ji kurê xwe hilnade û wiha got: "Osman ez ji bo we li vir im. Kurê min, ev eyd ji bo me eyda reş bû. Tu çima nayê? Werin teslîm bibin. Çi dibe bila bibe em li benda we ne."
Şahînaz Ozcanê jî got ew ji bo kurê xwe beşdarî çalakiyê bûye û wiha axivî: "Kurê min 9 sal in winda ye, heye an tune ez nizanim. Ez kurê xwe dixwazim. Kurê min Atîlla heke ku tu dengê min dibîhîzî, were teslîm bibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
