Tirkiye

Li Mûşê malbatên dixwazin bigihêjin ewladên xwe çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê didomînin

Sabri Yıldırım  | 18.03.2026 - Rojanekırın : 18.03.2026
Li Mûşê malbatên dixwazin bigihêjin ewladên xwe çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê didomînin Sabri Yıldırım

Muş

Li Mûşê malbatên ku rêxistina terorê PKKyê zarokên wan revandine serê çiyê, çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê didomînin.

Malbatên Mûşî yên ku her çarşem bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêşiya Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê dicivin, vê hefteyê jî çalakiya xwe pêk anîn.

Malbatan di çalakiyê da wêneyên zarokên xwe hilgirtin, pankartên bi nivîsên "Em di nobeta ewladan da ne", "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, ji pêsîra me bikevin" vekirin û bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Alaattin Koçhanê ji bavên beşdarê çalakiyê ji rojnamegeran ra diyar kir ku 12 sal e ji kurê xwe xeberê nastîne.

Koçhan bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha got, "Bi salan e ez ji kurê xwe xeberê nastînim. Kurê min tu li hêviya çi yî? Derkevin werin. Eyda me wek eyda reş derbas dibe, hûn li ku bin, derkevin werin, em li benda we ne."

Halit Altunê bavekî din ê ji beşdaran jî bal kişand ku bi salan e ew bi hesreta ewladê xwe dijîn û wiha dewam kir:

"Eyd ji bo me çawa derbas dibin, em nizanin. Em di fikara zarokên xwe da ne, em wan dixwazin. Di van rojên bimbarek da em bi tenê li pey zarokên xwe ne, ne li pey tiştekî din."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın