Tirkiye

Li Mûşê ekîb ji rêyên di bin berfê da derbas bûn û erizeya xeta neqlê temîr kir

Sabri Yıldırım  | 28.03.2024 - Rojanekırın : 29.03.2024
Li Mûşê ekîb ji rêyên di bin berfê da derbas bûn û erizeya xeta neqlê temîr kir Li Mûşê ekîb ji rêyên di bin berfê da derbas bûn û erizeya xeta neqlê temîr kir

Muş

Ekîbên Midûriyeta Parêzgeha Mûşê ya AŞya Belavkirina Ceyranê ya Vangoluyê (VEDAŞ) ji rêyên di bin berfê da derbas bûn, erizeya xeta neqlê temîr kir û ceyran berda.

Ekîba erizeya ceyranê ji bo cîbicîkirina daxwazên welatiyan ên ji navenda gaziyê ra tên ragihandin, digel şert û mercên neyînî yên hewayê jî di xebatên xwe da berdewam in.

Ji bo temîrkirina erizeya li çoltera mezreya Emekê ya gundê Dereceka 18 kîlometre dûrî bajêr, ekîb hatin şandin.

Li devera gundewarê ya ku stûriya berfê cih cihan digihîje 2 metreyan, wesayît heta cihê erizeyê neçûn û lewma jî ekîb peyatî çûn cihê erizeyê. Ekîban erize temîr kir û ceyran berda.

Midûrê Parêzgeha Mûşê ya VEDAŞê Suat Coşar yê beşdariya xebatan kir, ji rojnamegeran ra diyar kir, ji bo ku welatî mexdûr nebin, ew di şert û mercên neyînî da jî li qadê ne.

Coşar bal kişand ku ji ber berf û bagerê li herêma gundewarê ceyran tê birîn û wiha dewam kir, "Li herêma me zivistan zehmet derbas dibin. Ji bo welatiyên me mexdûr nebin, em bênavber dixebitin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın