Tirkiye

Li Mûşê dîmenên operasyona 5 terorîstên ku hatibûn berterefkirin hat parve kirin

Fermandariya Cendermeya Bajêr dîmêna operasyona 5 terorîstên ku li herêma Şenyaylayê hatibûn berterefkirin parve kirin.

Fatih Gazioğlu  | 10.12.2019 - Rojanekırın : 10.12.2019
Li Mûşê dîmenên operasyona 5 terorîstên ku hatibûn berterefkirin hat parve kirin

Muş

Fermandariya Cendermeya Bajêr dîmêna operasyona 5 terorîstên ku li herêma Şenyaylayê hatibûn berterefkirin parve kirin.

Di dîmênên ku ji hêla Fermandariya Cendermeya Bajêr hatin parvekirin da hûrgiliyên operasyona ku 7-8ê berfanbarê dijî PKK/KCKya rêxistina terorê hat kirin cî girt.

Dîmênên pevçûnên navbera yekîneyên "Alparslanlar"- "Kiliçlar" û rêxistina terorê da derketin ji hêla 'droneyê' va hatin qeydkirin.

Di dîmênan tê dîtin ku esker ji endamên rêxistinê ra dibêje "teslîm bibin" lê ew bo guleyan bersiv didin. Li ser vê esker sitargehên rêxistina terorê îmhe dikin.

Wezareta Karên Navxweyî çend roj beriya vê daxuyand ku ji 5 terorîstên ku di operasyona li kirê Mûşê hatine berterefkirin, yek jê wan Erdal Tekay e ku di kategoriya gewr da ye. Di daxuyaniyê da wiha hatibû gotin:

"Di encama operasyonê da hat tesbîtkirin ku ji terorîstan yek jê Erdal Tekay e ku kodnavê wî Zinar Amed e û qaşo berpirsê Şenyaylayê ye ku di lîsteya gewr da bi 300 hezar lîre xelat lê digeriyan. Ji xeynî vê herwiha hat tesbîtkirin, terorîstê din ê ku di heman operasyonê da hat berterefkirin jî Musa Kalkan e ku kodnavê wî Ciwan Tolhildan e û qaşo berpirsê Hêza Dorşînê ya Eyaleta Amedê ye."

Operasyona Qiranê 5ê li herêmê dewam dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın