Tirkiye

Li Mûşê di êrîşa çekdarî da ji du birayan yek jê hat kuştin û yek jî birîndar bû

İbrahim Yaldız, Galip Kılınç  | 11.11.2025 - Rojanekırın : 11.11.2025
Li Mûşê di êrîşa çekdarî da ji du birayan yek jê hat kuştin û yek jî birîndar bû Galip Kılınç

Muş

MÛŞ (AA) - Li Bulanixa (Kop) navçeya Mûşê di êrîşeke çekdarî da ji du birayan yek hat kuştin û yê din jî birîndar bû.

Li taxa Mescîtliyê ya navçeyê, di navbera endamên malbatên Gul û Kirdar da demek berê nîqaş derket.

Îro ji malbata Gul kesekî li navenda bajêr gule li wesayîta ku du bira tê da bûn, reşand.

Sîdar Kirdar (31) û birayê wî Abdulmutalîp Kirdar (39) di êrîşê da birîndar bûn.

Piştî cawdayînê polês û ekîbên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Sîdar Kirdarê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bulanixê her çiqas midaxele hat kirin jî ji mirinê nefilîtî. Dermankirina Abdulmutalîp Kirdar dewam dike.

Ji bo ku êrîşkar bê girtin, polês dixebitin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.