Tirkiye

Li Mûşê di malên ku di nav berfê da cûm bûne da jiyan berdewam e

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 26.01.2022 - Rojanekırın : 27.01.2022
Li Mûşê di malên ku di nav berfê da cûm bûne da jiyan berdewam e

Muş

Li Mûşê hefteyek e berf dibare û malên yek qat ên navenda bajêr di nav berfê da cûm bûn.

Li Mûşê berf û bager li herêmên bilind ên ser navendê jiyanê dixe tengasiyê.

Li taxa Kaleyê ya li ser navendê qalindahiya berfê derket mêtreyekî û malên yek qat di nav berfê da winda bûn. Piştî ku berfê vekir, şêniyên taxê berfa ser avahiyên xwe avêt.

Jinan jî di sir û seqemê da tendûr dada û nan peht.

Li kuçeyên teng ên ku makîneyên kar nikarin têkevinê, welatiyan bixwe berfa pêşiya mala xwe avêt.

Ji şêniyên taxê Şemsettîn Ozcan diyar kir, li taxê qalindahiya berfê derket mêtreyekî û wiha dewam kir, "Mala me di berfê da winda bû. Ji serê sibehê heta êvarê em berfa derdora malê davêjin. Baniyan tev cemed girtiye. Îsal berf pir barî û ji ber vê em tengasiyê dikişînin."

Mehmet Toplu jî diyar kir, ew timî ser avahiyên xwe paqij dike, lewra ku berfa ser zêde bibe, talûkeya tepbûnê heye, heta zivistan xelas be, ew vê tengasiyê dikişînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın