Li Mûşê dayika ku kurê wê revandine serê çiyê li pêşiya avahiya HDPyê çalakî kir
Muş
Li Mûşê dayika ku terorîstên PKKyî kurê wê revandine serê çiyê û ji revandina kurê xwe HDPyê wekî berpirsyar dibîne, li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakî kir.
Gubahar Tekera ku kurê wê di 2014an da ji aliyê rêxistina terorê va hat revandin, ji bo kurê wê bînin, li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê kir. Tekerê pankartên ku tê da "Partiya Dijminê Gel", "Hûnê ewladên me bidin", "Ha HDP, ha PKK", "Tirk û Kurd xwişk û bira ne, HDP qeleş e" û "Partiya ku Gel Dixapîne" vekirin.
Dayika ku wêneyê kurê wê ji dêst nakeve, di eleyhê HDPyê da duruşme berz kir û bertek nîşanî endamên partiyê da.
Tekerê ji rojnamegeran ra got ku ew heta negihêje kurê xwe, wê çalakiya xwe bidomîne.
Tekerê diyar kir ku ew ji kesî natirse û wiha dewam kir, "Şikir ji Xwedê ra zarokên malbatên din hêdî hêdî tên. Dewletê ev derî li me vekir. Hefteyek e 4 zarok hatin û teslîm bûn. Kurê min heke dengê min tê te, tu yê jî werî û teslîm bibî. Birayê te nexweş e, ez jî nexweş im. Ez ê vêga herim Elezîzê ku birayê te ji nexweşxaneyê derxim û bînim. Ji me ra eyd û erefat tuneye. Ez her roj digirîm, ranazêm. Ez li benda te me, were teslîm bibe."
Tekerê got ku ew ê di eydê da jî çalakiya xwe bidomîne û wiha got, "Lenet li HDP û PKKyê were. Ji van zarokan û keçikan çi dixwazin?"
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.