Tirkiye

Li Mûşê bêrîvan ji bo dotina pez di romorkên motoran da bi kîlomêtroyan rêwîtiyê dikin

Sabri Yıldırım  | 16.06.2025 - Rojanekırın : 16.06.2025
Li Mûşê bêrîvan ji bo dotina pez di romorkên motoran da bi kîlomêtroyan rêwîtiyê dikin

Muş

Li bajaroka Altinovayê ya li ser Korkuta navçeya Mûşê, bêrîvan her roj ji bo dotina mih û bizinên li deştê diçêrin, di romorkên motoran da bi kîlomêtroyan rêwîtiyê dikin.

Jin serê sibê dest bi karê malê dikin, piştî ku karên malê diqedînin, îja ji bo çûyîna bêriyê amadehiyan dikin.

Jin beroş û bîdonên şîr hildidin û piştî rêwîtiyeke dijwar digihîjin mêrga li herêma Kosurê ya ku 15 kîlomêtro dûrî bajarokê ye.

Bêrîvan rojê du danan pez didoşin û piştî dotinê şîrê pez tijî bîdonan dikin û dizivirin malên xwe.

Jin bi şîr va penêr, mast û rûnê nivîşk çêdikin û bi firotina wan debara xwe dikin.

Ji bêrîvanan Elîf Konurê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku karê wan zehmet e û wiha axivî: "Şert û mercên jiyanê dijwar in û zarokên me jî diçin dibistanê. Wek jin, em alikariya malbatên xwe dikin. Niha em ê bi şîrê ku me dotiye va penêr çêkin û bifroşin. Em rojê du caran tên mêrgê. Em di romorka motorê da diçin cihê ku pez lê tên çêrandin. Her yek ji me nêzîkî 200 pezî didoşe. Ez ji piçûkatiya xwe pê va vî karî dikim. Piştî ku ez zewicîm jî min dewam kir. Em bi qasî 15 jin tên bêriyê. Em ji heywanên xwe hez dikin."

Salih Mergenê karê heywandariyê dike jî got ku li bajaroka wan qasî 6 hezar pez hene û her kes bi motorê tê ku pez bidoşin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın