Tirkiye

Li Mûşê 102 hezar ton zebeş wê bê berhevkirin

Sabri Yıldırım  | 11.08.2022 - Rojanekırın : 12.08.2022
Li Mûşê 102 hezar ton zebeş wê bê berhevkirin

Muş

 Midûrê Çandinî û Daristanan yê Mûşê Mehmet Gun daxuyand ku ew li bendê ne îsal 102 hezar ton zebeş bê berhevkirin.

Li bajêr 250 cotkaran li ser erdekî 17 hezar dekarî zêbeş reşandibû û kandêlkirina zebeşan dest pê kir.

Karker zebeşan kandêl dikin, li kamyon û tiran bar dikin da ku ew wan bibin bajarên din.

Mehmet Gun li gundê Erencîkê ya li ser navçeyê çû zeviya zebaşan û kandêlkirina wan temaşe kir.

Gun got li Mûşê 3 milyon û 570 hezar dekar eraziyê çandiniyê heye û wiha axivî: "Li bajêr 250 kes karê zebeşan dikin. Li ser erdekî 17 hezar dekarî zebeş hat reşandin. Ji dekarekî 6 ton tê hildan ku ev teqabilê 102 hezar tonî dike. Ev jî 200 milyon lire feydeyê dide aboriyê. Li gor daneyan di çandiniya zebeşan da em di rêza 12emîn da ne. Ji ber ku li bajarê me çandiniya zebaşan dereng çêdibe, daxwaza zêde dibe. Em bi tiran dişînin bajarên rojavayê."

Cotkar Burhan Tutak jî got wî li ser erdekî 125 donimî zebeş daniye û wiha axivî: "Em li bendê ne ku qasî hezar tonî bi dest bixin. Kandêlkirina me nû dest pê kir. Em zebeşan bi tiran dişînin her aliyê Tirkiyeyê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın