Li Mêrsînê tirê li otobêsa rêwiyan xist, 3 kes mirin û 7 kes birîndar bûn

Mersin
Li Muta navçeya Mêrsînê tirê li otobêsa rêwiyan xist, di encama qezayê da 3 kes mirin û 7 kes birîndar bûn.
Li texma Burunkoyê ya Derbasoka Sertavulê tira bi plakaya 22 EFV 47 a ku Cengîz Koysurenbaş diajot ji piştê va li otobêsa rêwiyan a bi plakaya 21 KA 021 a ku Şahîn Karataş diajot xist.
Bi tesîra lêxistinê otobêsa rêwiyan a ku ji Karamanê ber bi Îdirê va diçû û tir welgeriyan.
Li ser îxbarê ekîbên cendirme, îtfaiye û tenduristiyê sewqî herêmê kirin.
Di qezayê da ji rêwiyên di otobêsê da Muhammet Ateş û Kerîm Kogce li cihê bûyerê mirin.
Ajokar Koysurenbaş û Karataş û rêwî Kaan Keser, Alî Firat Nergîz, Emîne Ergîn, Fatma Rahîmler, Mehmet Karataş, Yasîn Ugur birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mutê û Emîne Ergîn jî digel midaxeleya hat kirin bi ser xwe va nehat û jiyana xwe ji dest da.
Piştî lêkolîna li cihê bûyerê cenazeyên Ateş û Kogce rakirin morga nexweşxaneyê.