Tirkiye

Li Mêrsînê midîbus welgeriya qanala avdêriyê û 10 karkerên çandiniyê birîndar bûn

Selahattin Özbozkurt  | 03.10.2023 - Rojanekırın : 04.10.2023
Li Mêrsînê midîbus welgeriya qanala avdêriyê û 10 karkerên çandiniyê birîndar bûn Li Mêrsînê midîbus welgeriya qanala avdêriyê û 10 karkerên çandiniyê birîndar bûn

Mersin

MERSÎN (AA) - Li Tersûsa navçeya Mêrsînê midîbusa ku karkerên çandiniyê tê da bûn, welgeriya qanala avdêriyê û 3 jê giran 10 kes birîndar bûn.

Midîbusa ku navê şofêrê wê nehat hînbûn û plaqeya wê 80 ABR 854 e, li Taxa Kefeliyê ji rê derket û welgeriya qanala avê ya Karên Avê ya Dewletê. Di midîbusê da karkerên Sûriyeyî yên ku narenciyeyan berhev dikin hebûn.

Li ser êxbarê cendirme, îtfaiye û ambulans sewqî herêmê kirin.

Ekîb gihîştin cihê qezayê û karkerên çandiniyê ji midîbusê derxistin.

3 karkerên ku giran birîndar bûn, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tersûsê.

Midaxeleya li 7 karkerên ku sivik birîndar bûn jî li cihê qezayê hat kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.