Tirkiye

Li Mêrdînê wesayîtek welgeriya, 3 kes birîndar bûn

Beşir Şavur  | 01.12.2025 - Rojanekırın : 01.12.2025
Li Mêrdînê wesayîtek welgeriya, 3 kes birîndar bûn Mardin İtfaiyesi

Mardin

 Li Artukluya navçeya Mêrdînê wesayîtek welgeriya, 3 kes birîndar bûn.

Wesayîta ku şofêrê wê A.G. (24) û plaqeya wê 06 ZIN 91e, li Taxa Yuceyê ji kontrolê derket û welgeriya.

Li ser cawdayînê cendirme, ekîbên agirkuj û Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.

Di qezayê da şofêr û G.G (25) û D.G (7) yên ku di wesayîtê da bûn, birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın