Li Mêrdînê TIR li kesên midaxeleyî wesayîtên qeza kirin dikir qelibî, 16 kes mirin

Mardin
Li Dêrika navçeya Mêrdînê TIR li kesên midaxeleyî wesayîtên qeza kirine dikir qelibî, li gor tesbîtên ewil 16 kes mirin.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin li navenda navçeyê 3 wesayît li hev qelibîn. Ekîbên polês, îtfaiye û Tenduristiyê yên Acîl a 112an hatin cihê bûyerê.
Di vê navberê da TIRekû ku bi lez ji rêya Mêrdîn-Dêrikê dihat li kesên midaxeleyî qezayê dikirin xist, li gor tesbîtên ewil 16 kes mirin.
Wek teqwiye gelek ekîbên AFAD, îtfaiye, cendirme û tenduristiyê şandin herêmê.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca da zanîn ku li tanga sê rêyê ya Dêrika navçeya Mêrdînê tira ku frêna wê teqiya ket nav qerebalixê û ji ber qezayê 16 kes mirin, 8 jê xedar 29 kes birîndar bûn.
Wezîr Koca ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî parvekirin kir û ev gotin:
"Em bi xebera qezayeke duyemîn lerizîn. Li tanga sê rêyê ya Dêrika navçeya Mêrdînê tira ku frêna wê teqiya ket nav qerebalixê û ji ber qezayê 16 kes mirin, 8 jê xedar 29 kes birîndar bûn. Xwedê rehma xwe li kesên mirin bike, serê malbatên wan sax be, şifaya xêrê bide birîndaran. Ji bo dermankirina birîndaran hemû derfet hatin seferberkirin. Hêviya me ew e ku ji ber qezayên trafîkê yên li Gazîentab û Mêrdînê em êşeke nû nekşînin. Wek gel em xemgîn in."
Wezîrê Edaletê Bozdag ragihand ku Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê der barê du qezayên tiran ên cuda ên ku li Dêrika navçeya Mêrdînê li pey hev çêbûn da tehqîqata edlî da destpêkirin
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.