Tirkiye

Li Mêrdînê di operasyona berhemên dîrokî da mozaîkeke 1500 salî hat dîtin

Halil İbrahim Sincar  | 22.10.2025 - Rojanekırın : 22.10.2025
Li Mêrdînê di operasyona berhemên dîrokî da mozaîkeke 1500 salî hat dîtin İl Jandarma Komutanlığı

Mardin

Li Dêrika navçeya Mêrdînê di operasyona qaçaxçitiya berhemên dîrokî da mozaîkeke bifîgur a tê nirxandin ku ji Heyama Romayê maye û 1500 salî ye hat dîtin.

Li gor daxuyaniya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ekîbên Midûriya Şaxa KOMê ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a BAjêr operasyoneke bi navê "Mîrateya Anadoluyê" kirin.

Di operasyonê d li baxçeya F.K lêgerîn hat kirin û mozaîkeke binik ya bifîgur a ku tê nirxandin ku ji Heyama Romayê maye û 1500 salî ye û ji bo bifroşin qaçaxçiyên berhemên dîrokî hatiye veşartin hat dîtin.

Mozaîk ji cihê lê ye hat hildan û teslîmê Midûriya Muzeyan a Mêrdînê kirin.

Der barê gumanbarê ku ji ber bûyerê hat girtin da miameleyên edlî dan destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.