Li Mêrdînê 2 terorîstên jin ku bi qanîkirina polêsan teslîm bûn, bi malbatên xwe ra hevdîtin kirin
Mardin
Li Mêrdînê 2 terorîstên jin ên ku bi xebata qanîkirinê ya Midûriya Ewlehiyê ji PKKya rêxistina terorê revîn û teslîmî hêzên ewlehiyê bûn, bi malbatên xwe ra hevdîtin kir.
Li bajêr hêzên ewlehiyê dijî PKKya rêxistiona terorê operasyonên serkeftî dikin û hizûr û ewlehiyê tesîs dikin. Hêzên ewlehiyê bi malbatên ku rêxistina terorê zarokên wan revandine ra jî hevdîtinan dikin da ku bigihêjin ewladên xwe.
Di vê çarçoveyê da şaxên Têkoşîna Terorê û Îstixbaratê yên Midûriya Ewlehiya Bajêr bi xebatan va D.Aya ku salek berê tevî PKKya rêxistina terorê bûye û A.Aya ku 8 sal berê tevî rêxistinê bûye ji rêxistina terorê revîn û li ber Deriyê Hidûd ê Xabûrê teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.
2 terorîstên ku ji ber sûcê "endambûna rêxistina terorê ya çekdar qeyda wan heye, li Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Mêrdînê bi malbatên wan ra hevdîtin dan kirin.
Di hevdîtinê da malbat ser zarokên xwe da giriyan.