Ahmet Sertan Usul
07 Îlon 2022•Rojanekirin: 08 Îlon 2022
Li Mêrdînê di Operasyona Eren Abluka-31ê da 2 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî, di Operasyona Eren Abluka-31ê da li devera çiyayî ya Omeryana navçeya Nisêbînê di 5ê îlonê da bi kordîneya Fermandariya Cendirmeya Bajarê Mêrdînê, bi piştgiriya Cendirme-SÎHA, Wesayîta Keşfê ya Cendirmeyê (JÎKU) û Fermandariya Hêzên Esmanî û bi beşdariya harekata taybet a cendirmeyê (JOH), komnadoyên cendirme û gundparêzan operasyon hat kirin. Di operasyonê da pevçûn derket û 2 terorîst bi çekên wan va (2 tivingên M16ê) hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li herêmê operasyon dewam dikin.