Li Mêrdînê 11 sitargeh û depoyên terorîstên PKKyî hatin hilweşandin
Mardin
Li gundewarên Mêrdînê di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê da 9 kîlogram teqemenî, 3 narincok, çeka lûledirêj, gelek muhîmat û alavên jiyanê hatin bidestxistin, 11 sitargeh û depoyên terorîstên PKKyî hatin hilweşandin.
Li gorî agahiyê, ji hêla ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê di çarçoveya Operasyonên Eren-5 da "Operasyona Cendirmeyê Şehîd ê Pisporê Çawiş Muhammed Onek" hat lidarxistin.
Di operasyonê da li 11 ciyên cuda di depo û stargehên terorîstan da lêgerîn hat kirin.
Di lêgerînê da 9 kîlogram teqemenî, 3 narincok, M-16 çeka lûledirêj, bêtêla zeviyê, gelek muhîmat, dokumenên rêxistinî û alavên jiyanê hatin bidestxistin.
Alavên ku xusûsiyeta wan a delîl heye hatin parastin, yên mayîn tevî depo û stargehan hatin jinavbirin.