Li Meletiyê wesayîtek welgeriya, kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn
Malatya
Li Yeşîlyurta navçeya Meletiyê wesayîtek welgeriya, kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê N.C.K. û plaqeya wê 44 DJ 720 li taxa Çarmuzuyê welgeriya şerampolê.
Li ser cabdayînê cendirme, polês, ekîbên AFAD û Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Şofêr, Seleha Kutlu (59) û O.Î. (22) yên ku di wesayîtê da bûn, birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.
Ji birîndaran Seleha Kutlu li hemberî hemû hewldanan ji mirinê nefilitî.
