Tirkiye

Li Meletiyê wesayîtek welgeriya, 4 kes birîndar bûn

Oktay Demirci  | 07.12.2025 - Rojanekırın : 07.12.2025
Li Meletiyê wesayîtek welgeriya, 4 kes birîndar bûn Oktay Demirci

Malatya

Li Doganşehira navçeya Meletiyê tekera wesayîtekî teqiya û welgeriya, di qezayê da 4 kes birîndar bûn.

Tekera wesayîta ku şofêrê wê Y.K. û plaqeya wê 66 ABT 739 e li Taxa Karanlikdereyê teqiya, piştî teqînê wesayît welgeriya.

Li ser cabdayînê polês, cendirme û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.

Di qezayê da şofêr, E.K, H.K. û G.K birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîd Esra Kose Başaran a Doganşehirê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın