Li Meletiyê bi mezinahiya 4.7an erdhej çêbû
Malatya
Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ragihand li Puturgeya navçeya Meletiyê bi mezinahiya 4.7an erdhej çêbû.
Li gor daxuyaniya li ser malpera AFADê hat dayîn li Puturgeya navçeya Meletiyê di saet 11.27an da bi mezinahiya 4.7an erdhej çêbû.
Hat diyarkirin erdhej 6,94 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Waliyê Meletiyê Aydin Baruş jî der barê erdheja li Meletiyê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir erdheja navend Puturge ye li navenda bajêr jî hatiye hîskirin û got ku heta niha xebereke neyînî hilnedane.
Waliyê Meletiyê Aydin Baruş diyar kir ku ekîbên cendirme û AFADê di dewrê da ne û got ku xebat dewam dikin.
Wek mayîn erdhej li Entab, Urfa û Adiyemanê jî hat hîskirin.