Volkan Kaşik
01 Mijdar 2022•Rojanekirin: 02 Mijdar 2022
Li Battalgaziya navçeya Meletiyê bi lerza 4,1ê erdhej çêbû.
Li gor agahiya li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) li navçeya Battalgaziyê di saet 21.34an da bi lerza 4,1ê erdhej çêbû.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 11,27 kîlomêtro di binê erdê da çêbûye.
Waliyê Meletiyê Hulusî Şahîn ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku li herêmê xebatên tesbîtkirinê dewam dikin û wiha got: "Heta niha me xebereke nebaş nebihîst."