Tirkiye

Li Meletiya ku erdhejê tesîr lê kir xwendekaran dest bi dersan kirin

Li dibistanên 10 navçeyên Meletiyê ku ji ber erdheja Elezîzê perwerde sekinîbû, dersan îro dîsa dest pê kir.

Önder Beyter  | 10.02.2020 - Rojanekırın : 11.02.2020
Li Meletiya ku erdhejê tesîr lê kir xwendekaran dest bi dersan kirin

Malatya

 Li dibistanên 10 navçeyên Meletiyê ku ji ber erdheja Elezîzê perwerde sekinîbû, dersan îro dîsa dest pê kir.

Li hemû dibistanên navçeyên Meletiyê Battalgazî, Yeşilyurt, Akçadag, Arapgîr, Arguvan, Darende, Doganşehir, Hekimhan, Kuluncak û Yazihanê ku erdheja bi lerza 6,8an a ku navenda lerza wê Sîvrîceya navçeya Elezîzê bû tesîr lê kir, perwerdeyê dest pê kir.

Hat ragihandin ku li navçeyên Doganyol, Puturge û Kaleyê ku erdhejê bêtîr tesîr lê kir jî perwerde dê 17ê sibatê dest pê bike.

Xwendekara pola 4emîn a Dibistana Seretayî ya Gaziyê ya li navçeya Battalgaziyê Încî Araratê diyar kir ku wê gelekî bêriya hevalên xwe kiriye.

Araratê diyar kir ku wan xwe li gorî rojên betlaneya asayî amade kir û herwiha ew xebitîn û wiha dewam kir, "Hefteyeke din jî betlane ket navberê. Lêbelê ez gelekî kêfxweş im. Ez bi hevalên xwe ra dileyîzim, li vê derê ders pir xweş derbas dibin. Ez fêrî tiştên nû dibim û lewma jî kêfa min gelekî bi vê yekê ra tê."

Xwendekarê pola 4emîn Erdal Baran Karadah jî wiha xeberda, "Tetîlkirina dibistanan hem xweş bû û hem jî nexweş bû. Me hinekî din jî bêhna xwe da. Sedem ji nexweşbûnê jî ew e ku me bêriya hevalên xwe kir."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın