Li Meletiyê ji ber erdhejê hin welatî heta sibê li parkan man

Malatya
Li Meletiyê piştî erdheja bi mezinahiya 5,3yan a ku navend navçeya Yeşîlyurtê bû hin welatî bi malbatên xwe ra heta sibê li parkan man.
Piştî erdheja ku duh di saet 20.48an da li navçeya Yeşîlyurtê çêbû ji malbatên ku derketin derva hin jê ji tirsa erdhejê nexwestin biçin malên xwe û heta sibehê li parkan man.
Ramazan Benliyê ku li Sumer Parka li navenda bajêr bi malbata xwe ra heta sibê ma daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber edhejê nekarin biçin mala xwe.
Benlî behs kir ku di erdheja 6ê sibatê ya navend Kahramanmaraş da xizmên wan mirin û wiha axivî:
"Dema erdhej çêbû em li parkê bûn, rûdiniştin. Ji ber mezinahiya lerzê me nekarî biçin mala xwe em heta sibê li vir man. Ji ber ku di erdheja Kahramanmaraşê da xizmên me mirin em ditirsiyan. Ji malbatê 8 kes mirin. Em dê îro jî neçin mal. Li gor daxuyaniyê têlevîzyonê em dê ji bo tevdîrê îro jî li vir bimînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.