Li Meletiyê çêkirina xaniyên erdhejê didome

Malatya
Li Taxa Bahçebaşiyê ya Battalgaziya navçeya Meletiyê, ji 11 hezar xaniyên erdhejê yên çêkirina wan didome, jê 3 hezar û 415 dê heta çend rojan bo xwediyên wan bên teslîmkirin.
Li Meletiya ku erdhejên navend Kahramanmaraş ên 6ê Sibata 2023yan tesîr lê kir, çêkirina xaniyên seba afatzedeyan berdewam e.
Seddar Yavuzê Waliyê Meletiyê li Taxa Bahçebaşiyê çû kontrola xaniyên ku ji bo erdhejzedeyan tên çêkirin.
Yavuzê Walî li vir daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û diyar kir ku li herêmê xebatên çêkirina 11 hezar xanî, 130 kargeh, 7 mizgeft û teziyexane didome.
Yavuz bal kişand ku wan li deverê peşka ji bo 3 hezar û 415 xaniyan avêt û ev xanî dê 12 roj şûn da bên teslîmkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.