Li Marmarîsê şewata daristanê
Li Marmarîsa navçeya Muxlayê agir bi daristanê ket
Muğla
Li Marmarîsa navçeya Muxlayê agir bi daristanê ket.
Li daristana Taxa Beldîbiyê ji ber sedemeke hê nayê zanîn şewat derket.
Şewat li nêzî herêma wargehan derket û ekîbên agirkiujiyê, karkerên daristanê, gelek arazoz û firokeya Midûriyeta Herêmê ya Daristana Muxlayê midaxeleyî şewatê dikin.
Ekîb dixebitin ku beriya agir xwe biavêje nav wargehan şewatê hildin kontrola xwe.
Di nav 4 rojan da li heman herêmê kêmzêde di heman saetan da ev cara 3yan e şewat derdikeve.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.