Tirkiye

Li Mêrdînê 30 kesên 35 sal berê bi destê terorîstên PKKyî hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

Halil İbrahim Sincar, Şahin Seçen  | 20.06.2022 - Rojanekırın : 25.06.2022
Li Mêrdînê 30 kesên 35 sal berê bi destê terorîstên PKKyî hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

Mardin

 Li Taxa Pinarcikê ya Omerliya navçeya Mêrdînê ji bo 16 jê zarok 30 kesên ku 35 sal berê bi destê terorîstên PKKyî hatin qetilkirin, merasima bibîranînê hat lidarxistin.

Ji bo qurbaniyên qetlîama 20ê Hezîrana 1987an li şehîdgeha li Taxa Pinarcikê merasim hat lidarxistin. Qaymeqamê Omerliyê Abdullah Huzeyfe Çakmak, Şaredarê Omerliyê Husamettin Altindag, Fermandarê Cendirmeyê Navçeyê Yuzbaşi Yusuf Piriştina, Serokê Federasyona Malbatên Şehîdan û Gundparêzan ên Tirkiyeyê Orhan Kandemir, Seroka Weqfa Malbatên Şehîdan û Xaziyan a Teşkîlata Ewlekariyê Hatice Turan Kandemir û welatî beşdarî merasimê bûn.

Di merasimê da Qur'ana Kerîm hat xwendin û Miftiyê Navçeyê Seyfullah Demir dia kir.

Qaymeqam Çakmak di merasimê da axaftinek kir, şehîd bi rehmet bi bîr anîn û diyar kir ku rûyê kirêt û tarî yê terorê dê bi tu awayî neyê jibîrkirin.

Çakmak got ku di nava şehîdan da zarok jî hene ku ev yek, rûyê rastîn ê terorê nîşan dide û wiha got, "Înşelah em ê bi hev ra wê rojê bibînin ku koka terorê dê were qelandin. Înşelah ev kul û keder dê dubare nebin. Xwedê yekîtiya me daîm bike."

Şaredar Altindag jî diyar kir ku ew ê qetlîama li Pinarcikê çêbû, ji bîr nekin û wiha got, "Xwedê mekanê wan bike cenet, Xwedê tiştekî wiha careke din nîşanî dewleta me û însanên me neke."

Seroka Weqfa Malbatên Şehîdan û Xaziyan a Teşkîlata Ewlekariyê Hatice Turan Kandemirê jî diyar kir ku di êrîşa hatibû kirin da 30 can ji dest hatin dayîn ku ew ê tu wextî vî êşê ji bîr nede.

Şeyhmus Yavuzê 82 salî yê gundparêzê teqawid ku di êrîşê da jina wî, 5 zarokên wî û 2 birayên wî hatibûn kuştin, diyar kir ku şeva qetlîamê terorîstan ji sê aliyan êrîşî gund kirin, di qetlîamê da 17 eqrebayên wî hatin kuştin.

Beşdarên merasimê paşê qurnefîl danîn ser merzelên şehîdan.


​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.