Tirkiye

Li Mûşê xwendekarên lîseyê di firûna lîseyê da rojê 4 hezar nan dipêjin

Sabri Yıldırım  | 01.12.2025 - Rojanekırın : 01.12.2025
Li Mûşê xwendekarên lîseyê di firûna lîseyê da rojê 4 hezar nan dipêjin Sabri Yıldırım

Muş

Xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Nusret Salman a Mûşê di firûna lîseyê da rojane 4 hezar nan dipêjin ku ew li dibistanên bipansîyon ên bajêr bên belavkirin.

Xwendekarên Beşa Xizmetên Xwarin û Vexwarinê ya lîseyê di çarçoveya "Projeya Dibistanên Me Dîxebitin" ya ku ji hêla Wezareta Perwerdeya Neteweyî va tê meşandin da, di firûna lîseyê da nan dipêjin.

Nanên ku bi destê mamoste û xwendekaran tên çêkirin, li dibistanên bipansîyon tên belavkirin.

Midûrê lîseyê Zakîr Adanur ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand wan di çarçoveya projeya Wezareta Perwerdeya Neteweyî da li lîseyê firûnek çêkiriye.

Adanur anî ziman 490 xwendekar di beşa Xizmetên Xwarin û Vexwarinê da perwerdeyê dibînin û wiha axivî: "Di firûna ku me vekir da em 4 hezar nan û li gor daxwazê sîmît, poçe, pîde û xwarinên din çêdikin. Em hewcedariya nan ya piraniya dibistanên bipansîyon ên li navenda bajêr peyda dikin. Xwendekarên me yên ku beşdarî vê hilberînê dibin, pîşeya xwe li ser kar hîn dibin. Xwendekarên me yên ku stajê dikin jî hene. Hin xwendekar dersên xwe yên normal li vir çêdikin."

Adanur daxuyand xwendekarên di bin çavdêriya mamosteyan da perwerdehiyê dibînin û fêrî vê pîşeyê dibin wê bikaribin di qada taybet û kamuyê da bi rehetî kar bibînin û herin dervayî welêt jî.

Hîndekarê pispor Omer Polat jî got ew xwendekarên pola 9 û 12emîn di warê sitêrîna hevîr, çêkirina girikan û nan da perwerde dikin.

Xwendekar Nîsa Nur Yildizê jî anî ziman ku agahiyên fêrî wan tên kirin wê paşê gelekî kêrî wan bê û dema ew li xwaringeh û otelan perwerdeya stajê dibînin jî van agahiyan bi kar tînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın