Tirkiye

Li Mûşê şêniyên gundên ku bi metroyan berf lê heye li benda biharê ne

Sabri Yıldırım  | 04.04.2026 - Rojanekırın : 04.04.2026
Li Mûşê şêniyên gundên ku bi metroyan berf lê heye li benda biharê ne

Muş

SABRÎ YILDIRIM - Li Vartoya navçeya Mûşê, li cihên ku xaniyên yekqatî û gom di binê berfê da mane, jiyana dijwar berdewam e.

Li bajarê ku di van mehên zivistanê da car bi car germahiya hewayê bi şev bi qasî 25 pileyan dadiket binê sifirê, li deverên wê yên bilind hê jî zivistan didome.

Li navçeya Vartoyê gundên Golyayla û Alabalika ku li raqimeke bi qasî 1500 metro ne, xaniyên yekqatî û gom di bin berfê da mane. Yên ku li van gundan dijîn tevî meha nîsanê li dijî şert û mercên dijwar ên zivistanê têkoşanê didin.

Li gundên ku sitûriya berfê cih bi cih digihêje 2 metroyan, welatiyên ajeldar li hêviyê ne ku berfa ser erdê bihele û keriyên xwe derxînin çêreyê.

Muxtarê gundê Golyaylayê Dogan Guldere ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku ji ber ku gundê wan li raqimeke bilind e, berf zû dibare û dereng dihele.

Guldere destnîşan kir ku li herêmê zivistan 6 mehan diajo û got, "Ji ber berfa zêde gelek caran em nikarin biçin malên cîranan jî. Tevî ku em ketine meha nîsanê da jî, li gund hê 2-3 metro berf heye. Em ji ber berfê di pencereyan ra dora xwe jî nabînin. Hê em berfa li ser bana dimalin. Heta nîvê meha gulanê encax ev berf bihele."

Yusuf Guldereyê ku li gund ajelan xwedî dike jî got, "Xaniyên me hê di binê berfê da ne. Berf mehekê zû tê û mehekê dereng radibe.Tevî van şert û mercên giran em neçar in ajelên xwe xwedî bikin."

Sevgî Guldereyê jî got, "Ji ber berfê em nikarin pencereyên xwe vebikin. Xaniyên me di binê berfê da mane. Ev zivistan gelekî dijwar û çetin derbas bû."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın