Li Mûşê rêyên ji ber berf û bagerê hatin girtin vebûn
Muş
Li Mûşê rêyên gund û mezrayan ên ku ji ber berf û bagerê hatin girtin vebûn.
Li bajêr piştî barîna berfê, bagerê tesîreke neyînî li çûn û hatinê kir.
Ji ber berf û bagerê li herêma Uçevlerê rêya 10 gund û 22 mezrayan hat girtin.
Li herêma ku stûriya berfê cih cihan digihîje 3 metreyan, ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê bi kepçe, dozer û makîneya vîzikandina berfê va rê vekirin.
Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur diyar kir ku 33 rêyên ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê hatin girtin, bi xebata ekîban vebûn.
Yentur bal kişand, ji bo ku welatî mexdûr nebin, ekîb xebatên xwe yên li qadê didomînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
