Li Mûşê karê zivistanê yê ajeldaran berdewam e
Muş
Li Mûşa ku demsala zivistanê lê dijwar derbas dibe ajeldar di nav şert û mercên giran da ajelên xwe xwedî dikin.
Li gundê Agaçlikê ajeldarên ku sibehê zû dest bi kar dikin giya, ka û alif didin ber ajelên xwe.
Ajeldarên ku seranserê rojê bi mîhan ra mijûl in, berxên nûbûyî jî xwedî dikin.

Yavuz Sayilganê ku 35 sal in ajeldariyê dike, anî ziman ku ew neçar e di her şert û mercî da bi pezê xwa ra mijûl be û wan xwedî bike.
Sayilgan, diyar kir ku debara wan bi xwedîkirina ajelan va girêdayî ye û got, "500 mîhên min hene û ji wan 300î zan. Şert û mercên zivistanê dijwar in. Em seranserê 5 mehan rojê çar caran ajelên xwe alif dikin. Di Sibat û Adarê da zayîn dest pê dike. Em rojê 2 caran berxan berî nav makên wan didin û dimêjînin."
Enver Oglago yê 73 salî jî got, "Em bi dildarî lênêrîna ajelan dikin. Her sibeh ez zû radibim da ku li ajelên xwe binêrim û wan xwedî bikim. Roja me bi lênêrîna ajelan derbas dibe."

