Tirkiye

Li Mûşê ji bo 19 hafizan bernameya îcazetê hat lidarxistin

Veysel Eşin  | 20.09.2025 - Rojanekırın : 20.09.2025
Li Mûşê ji bo 19 hafizan bernameya îcazetê hat lidarxistin Veysel Eşin

Muş

Li Melezgirta navçeya Mûşê ji bo 19 xwendekarên ku li Kursa Qur'anê ya Komeleya Alîkarî, Îhsan û Keremê perwerdeya xwe temam kirin merasima îcazetê hat lidarxistin.

Merasima ku li Hêwana Konferansê ya Wargeha Keçan a KYKyê ya girêdayî Midûriya Werziş û Ciwaniyê ya Navçeyê hat lidarxistin bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir.

Di çalakiyê da belgeyên hafiztiyê dan 19 xwendekarên ku perwerdeya xwe temam kirin.

Serşêwirmendê Serokomar Îsrafîl Kişla di bernameyê da axivî û got ku hafizî li alema Îslamê yek ji nirxên manewî yên herî mezin e.

Kişla xwendekarên bûne hafiz pîroz kir û got ku "Em li cihên ku diçinê pêşî silavên Serokomar me Recep Tayyîp Erdogan radigihînin. Li Melezgirtê sê sal berê Kursa Qur'anê bi kedên mezin hat vekirin. Xwedê ji karkerên me razî be. Ez xwendekarên me yên ku îro ji vê Kursa Qur'anê mezûn bûn pîroz dikim."

Qaymeqam Goksu jî got ku "Hafizan dewlemendiyeke man

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın