Tirkiye

Li Mûşê 954emîn salvegera Serfiraziya Milazgirê bi meşaleyan hat pîrozkirin

Sabri Yıldırım  | 21.08.2025 - Rojanekırın : 21.08.2025
Li Mûşê 954emîn salvegera Serfiraziya Milazgirê bi meşaleyan hat pîrozkirin Sabri Yıldırım

Muş

 Komeleya Geşkirin, Bedewkirin û Pêşketinê ya Gund û Dibistanên Gundên Mûşê (Koy-Gel-Der) di çarçoveya çalakiyên 954emîn salvegera Serfiraziya Milazgirê da meşale vêxistin û alaya Tirk vekir.

Endamên komeleyê yên li navçeya Haskoyê bi welatiyan ra hatin cem hev, li meydana navçeyê meşale vêxistin û alaya Tirk a 6 metreyî bilind kir.

Murat Çaldirê Serokê Komeleya Muş Koy-Gelê ji mensûbên çapemeniyê ra diyar kir ku ruh û îqlima menewî ya Milazgirê gerdûnî ye.

Çaldir bal kişand ku divê çalakiyên Milazgirê bi tenê di navbera 24-26ê Tebaxê da neyên kirin û wiha dewam kir, "Me bi vê armancê li navenda navçeya Haskoyê tevî welatiyan meşale vêxistin û ala vekir. Em dixwazin çalakiyên Milazgirê belayî her derê Tirkiyeyê bibin. Em îro li navçeya me ya Haskoyê ne. Şerê Meydanî yê Milazgirê rê daye ber dîroka cîhanê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın