Li Mêrdînê 3 wesayît li hev qelibîn, 4 kes mirin û 5 kes birîndar bûn
Mardin
Li Omerliya navçeya Mêrdînê di qezaya ku 3 wesayît li hev qelibîn da 4 kes mirin û 5 kes birîndar bûn.
Otomobîla bi playa 50 NC 075 û wesayîtên bazirganiyê yên sivik ên bi plakaya 34 FRL 538 û 47 ADS 185 ên ku navê ajokarên wan hê nehatiye hînbûn li texma Taxa Taşgedîkê ya gundewar a rêya Yeşîllî-Omerliyê li hev qelibîn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, cendirme, polês û AFADê sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da lGulbahar, Suna û Mehmet Nur Fîdanli cihê bûyerê mirin, Ramazan Fîdanê giran birîndar bû jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Omerliyê jiyana xwe ji dest dan. Semîre D, Selahattîn D, Mehmet F, Ahmet F, û Mehmet Nurî U birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê.
Cenazeyê kesên jiyana xwe ji dest dan ji bo otopsiyê rakirin morga heman nexweşxaneyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
