Li Kutahyayê bi mezinahiya 4,9an erdhej
Musa Işinê Waliyê Kutahyayê: "Li gorî vekolîna me ya li qadê heta niha tu rewşeke neyînî çênebûye"

Kütahya
Li Sîmava navçeya Kutahyayê di saet 02.54an da bi mezinahiya 4,9an erdhej çêbû.
Li gorî agahiya ji ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD), navend navçeya Sîmavê bi mezinahiya 4,9an erdhejek çêbû.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 12,1 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
- Ji Işinê Waliyê Kutahyayê daxuyanî
Musa Işinê Waliyê Kutahyayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî yê şîrketa Xê ya navend Amerîka, daxuyanî da û wiha got, "Li gorî vekolîna me ya li qadê ya ji ber erdheja mezinahî 4,9 a ku navenda lerzê gundê Madenê yê navçeya Sîmavê ya parêzgeha me ye, heta niha tu rewşeke neyînî çênebûye. Ji hembajariyên me ra bira derbasî be û bira Xwedê welatê me biparêze."