Tirkiye

"Li ku derê teror û terorîst hebin em ji bona serê wan bipelçiqînin hene"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Me bi taybetî ji bona vî gelî aştî xwest. Li ku derê teror û terorîst hebin em ji bona serê wan bipelçiqînin hene."

Nihat Kavşut  | 25.11.2020 - Rojanekırın : 25.11.2020
"Li ku derê teror û terorîst hebin em ji bona serê wan bipelçiqînin hene"

TBMM

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Me bi taybetî ji bona vî gelî aştî xwest. Li ku derê teror û terorîst hebin em ji bona serê wan bipelçiqînin hene."

Erdogan di Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan der barê xebatên ji bona aşiya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da wiha got: "Em di xebatên li ser aşiya xwe da pêşva çûne. Em dixwazin herî dereng di meha Nîsanê da aşiya ku çêdikin bînin asta emilandinê."

Erdogan destnîşan kir dixwazin aşiya ku çêdikin li gor şertên maqûl pêşkêşî xizmeta hemû mirovahiyê bikin.

Serokomar Erdogan diyar kir bi saya alîkariya dewleta wan Azerbaycanê li axa xwe ya li Qerebaxê dawî li dagiriya Ermeniya aniye û cara ewil ji bona çareseriyeke mayînde hêvî çêbûye.

Erdogan destnîşan kir di warê aboriyê da seferberiyeke nû ya veberhênan, hilberîn, îxracat û îstixdamê didin destpêkirin û got ku piştî civînên li ser budçeyê em ê reformên berfireh yek bi yek bidin destpêkirin.

Serokomar Erdogan diyar kir Îtifaqa Cumhur li Tirkiyeyê mînaka 'hevkariya siyasî' ya herî berfireh e û wiha got: "Wekî ku birêz Bahçelî jî got, ev îtifaq bi tu awayî li ser bazarkirinên veşartî yan jî eşkere nehatiye avakirin."

Erdogan destnîşan kir wê Plana Xebatê ya Mafên Mirovan ku soz dabû gelê xwe bi awayekî ku baweriya bi aboriyê jî zêde bike berfireh bikin û di demeke kurt da halê dawîn bidinê û wiha axivî: "Di vê çarçoveyê da em ê amadehiyên tên kirin bi hemû derdorên mafên mirovan, rêvebirên aboriyê û karsazan ra bişêwirin û bi rêya koma pêşkêşî teqdîra Meclisê bikin."

Serokomar Erdogan diyar kir wê rojeva reforma aborî û hiqûqî ya li pêş xwe dîsa wek Îtifaqa Cumhur bi cî bînin.

Erdogan destnîşan kir taybetî ji bona vî gelî aştî xwestine û got ku li ku derê teror û terorîst hebin em ji bona serê wan bipelçiqînin hene.

Serokomar Erdogan diyar kir emrê wan bi têkoşîna dijî hişmendiya faşîst derbas bû ku ji ber bawerî, nijad, meşreb û cil û bergên wan însana biçûk didîtin û dixwestin wan bi zext û zorê biguherînin û got ku nûnerê yekem yê vê jî CHP ye.

Erdogan destnîşan kir bi rastî jî diêşe ku ji bona bê xwendin kitêbeke ku yek ji wan terorîstan nivisiye pêşniyaz dikin û wiha axivî: "Kesê ku ji bona bê xwendin kitêba wî tê pêşniyazkirin jî siyasetmedarê bimaske û parêzvanê rêxistineke terorê ye ku di destê wê da xwîna bi hezaran xwîşk û birayên min yên Kurd, esker, polês û mamosteyên me hene û bi pey cudakirinê ketiye. Em ê nehêlin ku bê veşartin neyarê herî mezin yê xwîşk û birayên min yên Kurd tevî nûnerên çekdar û nûnerên siyasî rêxistina terorê ya cudakar e. Heger wisa nebe em li rûyê dayikan binihêrin ku zarokên wan bi destê rêxistina terorê bi zorê revandinê çiyê, birine mirinê û rastî tecawizê hatine."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın