Li Korta Gola Wanê bi xebatên parastinê va hejmara cisnên teyr û tûyan zêde bû
Korta Gola Wanê ji bo hin cureyên teyr û çivîkan qonaxeke girîng e, lewra teyrên ku ji Afrîkaya Bakur tên û diçin Îranê ji vê gozergahê ra derbas dibin û li kortê bi xebatên parastinê va cisnên teyr û çivîkan zêde bûn
Van
Korta Gola Wanê ji bo hin cureyên teyr û çivîkan qonaxeke girîng e, lewra teyrên ku ji Afrîkaya Bakur heta Îranê tên, li vê derê bêhn vedidin. Ev kort ji aliyê cureyên teyr û çivîkan û populasyonê va jî balê dikşîne.
Li Tirkiyeyê nêzî 450 cisnên teyr û çivîkan hene û jê 215 cisin xwe didin vê kortê jî. Di salên dawîn da bi xebatên parastina jiyana kovî, li kortê çûyîn û hatina teyr û tûyan zêde bûn.
Ji bo ku teyr û tû rastî talûkeyan neyên, qadên wan ên siruştî werin parastin û bi rehetî cûcikan derxin, xebat dewam dikin. Piştî xebatên parastinê hat dîtin ku hejmara gelek cisnên werdek û teyr û çûkên wek werdeka poçikdirêj, behrî, çoqildirêj, masîxwir, werdeka sersor, werdeka dindikşûr, çivîka cilibit, mirîşka avê û kurebeşk li kortê zêde bûn.
Zanyar ji bo lêkolînan vê kortê tercîh dikir û gelek cisnên teyr û çûkan bi hev ra li vê derê dibînin.
Endamê Hîndekariyê yê Makezanista Zoolojiyê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Yuzuncu yilê Prof. Dr. Atîlla Durmuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Korta Gola Wanê li Tirkiyeyê ji bo cureyên ornîtolojî û biyolojîk cihekî girîng e.
Durmuş destnîşan kir ku kort ji aliyê cisnên teyr û tûyan va xwediyê populasyoneke dewlemend e û wan di xebatên çar demsalan da 215 cisnên teyr û çivîkan tesbît kirin û got ku bi hatina biharê ra gelek cisnên teyr û çivîkan jî tên ji vê gozergahê ra derbas dibin û kortê dewlemendtir dikin.