KONYA
Li Kûlûya navçeya Konyayê ji ber qeşa û mijê 30 wesayît li hev qelibîn. Di qezayê de kesek mir û 35 kes jî birîndar bûn.
Li Kûlûyê li ber îstasyonên mazotê yên ku li hêla rêya Enqereyê ne 30 wesayît ji ber qeşa û mijê qeza kirin. Di qezayê de birîndar bi zorê ji wesayîtan hatin derxistin û ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kûlûyê.
Midûrê Ewlekariyê yê Navçeya Kûlûyê Mustafa Yetîş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber qeşa û mijê qeza çêbûne û wiha got:
"Em demek berê gîhiştin cihê qezayê. 18 wesayîtan 3 qeza kirine. Di van qezayan de kesek mir û 35 kes jî birîndar bûn. Xêynî vê qezayê 3 qeza jî pêk hatin. Di van qezayan de jî 12 wesayît li hev qelibîn. Bi giştî 6 qezayên trafîkê çêbûn û bi tevahî 30 wesayîtan qeza kirin."