Li Konyayê bi mezinahiya 5,2yan erdhej çêbû

Ankara
AFADê ragihand ku di saet 15.46an da navend Kuluya navçeya Konyayê bi mezinahiya 5,2yan erdhej çêbû.
Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) da navend Kuluya navçeya Konyayê bi mezinahiya 5,2yan erdhej çêbû.
Erdhej 18,73 kîlometre di bin erdê da çêbûye.
Erdhejê di serî da Enqere, bandor li bajarên derdorê jî kir.
Ji Wezîrê Karên Navxweyî Yerlikaya der heqê erdheja li Qonyayê da daxuyanî
Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya ragihand ku piştî erdheja li Kuluya navçeya Qonyayê ya mezinahî 5,2yan, AFAD û hemû saziyên eleqedar û ekîb li qadê dest bi kontrolan kirin û her wiha heya niha agahiyeke neyînî tuneye.
Yerlikaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got:
"Li Kuluya Qonyayê bi mezinahiya 5,2ya erdhej çêbû. Der heqê erdhejê da ya ku li parêzgehên cîran jî hat hîskirin, AFAD û hemû saziyên eleqedar û ekîb li qadê dest bi kontrolan kirin û her wiha heya niha agahiyeke neyînî tuneye. Ez hêviya saxî û silametiyê ji bo hemû welatiyên me dixwazim ku ji erdhejê muesir bûn. Xwedê gel û welatê me ji afatan biparêze."
Li Konyayê bi mezinahiya 5,2yan erdhej çêbû
Li Kuluya navçeya Konyayê di saet 15.46n da bi mezinahiya 5,2yan erdhej çêbû.
Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) navend Kuluya navçeya Konyayê bi mezinahiya 5,2yan erdhej çêbû.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 18,73 kîlomêtro di bin erdê da çêbûye, erdhej di serî da Enqere li bajarên hawirdor hat hîskirin.
Waliyê Konyayê Îbrahîm Akin daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê ê got ku derbasî be û wiha axivî: "Heta niha tu îxbarên neyinî, rewşeke neyinî tune. Xebatên me yên li saheyê dewam dikin."
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê Ugur Îbrahîm Altay jî diyar kir ku ekîb xebatên li saheyê didomînin û rewşeke neyinî negihaştiye wan.
Altay da zanîn ku ekîbên AFAD û şaredariyê li saheyê çavdêriyê dikin û xebereke hilweşînê ji wan ra nehatiye.
Midûrê Bajêr û AFADê yê Konyayê Alî Îhsan Korpeş jî got ku heta niha tu rewşên neyinî negihaştine wan û got ku "Xebatên me yên li saheyê dewam dikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.