Li Komara Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji milyonek û 278 hezarî derbas bû
Li Komara Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji milyonek û 278 hezarî derbas bû.
Ankara
Li Komara Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji milyonek û 278 hezarî derbas bû.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, di rojekê da bi mirina 806 kesan va hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin jî derket 35 hezar û 140î.
Her wisa hejmara pêketiyên Kovîd-19ê jî derket milyonek û 278 hezar û 303yan. Li welêt heta niha zêdeyî 7,3 milyon test hatin kirin, ji pêketiyan milyonek û 30 hezar û 930 jê jî baş bûn.
Komara Afrîkaya Başûr ragihandibû ku cureyeke Kovîd-19ê ya ku mutasyon derbas kiriye li gor ya berê leztir belav dibe.
Demildest piştî daxuyaniyê Tirkiye jî di nav da hin welatan seferên Afrîkaya Başûr rawestandibûn.