Li Kirşehîrê otobêsa rêwiyan welgeriya: 15 birîndar
Kırşehir
Li Kirşehîrê otobêsa rêwiyan welgeriya,15 kes birîndar bûn.
Otobêsa rêwiyan ya ku şofêrê wê Z.B. û plaqeya wê 34 YK 0496 e dema ji Enqereyê diçû Qeyseriyê li nêzî navçeya Mucurê welgeriya şerampolê.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û polîs hatin cihê bûyerê.
Şofêr jî di nav da 15 kesên ku di qezayê da birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên Mucur û Kirşehîrê.
Hat gotin ku rewşa birîndaran ne giran e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.