Li Keleha Zêrzevanê ya dîrokî xirûcîna stêrkan a Perseîdê û rêya kadizê hat temaşekirin

Diyarbakir
Li Keleha Zêrzevanê ya dîrokî ya li Çinara navçeya Diyarbekirê ya ku di heyama Împaratoriya Romayê da wek cihê eskeriyê hatiye bikaranîn û 3 hezar salî ye, Çalakiya Çavdêriya Esman hat lidarxistin.
Qaymeqamtiya Çinarê ji ber xirûcîna stêrkan a Perseîdê li Keleha Zêrzevanê ya dîrokî Çalakiya Çavdêriya Esman li dar xist û gelek welatî beşdarî vê çalakiyê bûn.
Di tariya şevê û bin xirûcîna stêrkan a Perseîdê û rêya kadizê da li kelehê dîmenên xweş derketin holê.
Gelek kesên ji bajarên der û dorê hatin vê bûyera siruştê temaşe kirin.
Qaymeqamê Çinarê Zîkrullah Erdogan daxuyand ku li Tirkiyeyê yek ji cihê herî baş ê ku çavdêriya esman lê tê kirin Keleha Zêrzevanê ye.
Dîcle Kayaya bi malbata xwe ra beşdarî çalakiyê bû jî got ew cara ewil e beşdarî çavdêriya esman bûye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.