Li Karakoyê jineke ser peyarêyê dimeşiya êrîşî keçika sergirtî kir
Keçikê nezanî ka çi bi serî hat û giriya, dema ku sekan bû çû navenda polêsan û gilîdar bû.
Istanbul
Li gor agahiyên hatin bidestxistin jineke li ser peyarêyê dimeşiya li ber derê Pasaja Selanîkê êrîşî Gamze Înceya 19 salî ya ku ji aliyê din ê rê dihat û bi hevala xwe ra sohbet dikir, kir. Jinikê wekî ku gulmistê li serê Înceyê bixe lê xist û kefiya keçikê kişkişand.
Înceyê nezanî ka çi bû û dest bi giriyê kir û esnafê ku bû şahidê bûyerê av da Înceyê û hewl da ku wê aş bike. Înce paşê çû Amîriya Navenda Polêsan a Karakoyê û jinika ku êrîşî wê kir gilî kir.
Kamerayên ewlehiyê bûyera ku di saet 15.08an da qewimî qeyd kirin. Di dîmenan da tê dîtin ku jinika ku êrîş kir dema dûr dibe ji keçikên sergirtî ra qêr dike û keçik jî hewl dide ku serê xwe yê vebû bigire.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîn da destpêkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu di parvekirina xwe ya ji ser Twîtterê da eşkere kir ku jinika êrîşkar hat binçavkirin.
Soylu di tîwîta xwe da got ku "Ewlehiya me ya Stenbolê provokatorê ku li Karakoyê êrîşî xwendekarên sergirtî kir, binçav kir."
- Wezîr Selçukê êrîş şermezar kir
Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê bi parvekirina xwe ya ji ser Twîtterê êrîş şermezar kir.
Selçukê di peyama xwe de got ku "Ez êrîşa kirêt a ser xwîşkên me yên sergirtî ya li Karakoya Stenbolê bi tundî şermezar dikim. Ev zihniyeta cudakar, helwesta nefredê ya kevn tu carî dê negihêje armanca xwe."
Ji aliyê din va Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin û Gamze Înceyê îfade da Amîriya Navendî ya Polêsan a Karakoyê û dema ku ji navendê derket nexwest ku daxuyanî bide rojnamevanan. Hat diyarkirin ku Înce û hevala wê xwendekar in.
