Tirkiye

Li Kapadokyayê par 754 hezar û 98 kes beşdarî tûrên balonê bûn

Behçet Alkan  | 16.02.2026 - Rojanekırın : 16.02.2026
Li Kapadokyayê par 754 hezar û 98 kes beşdarî tûrên balonê bûn Behçet Alkan

Nevsehir

 Li Kapadokyayê di 2025an da 754 hezar û 98 kes beşdarî tûrên balona hilmegulmê bûn.

Li gor daneyên Midûriya Giştî ya Hewageriya Sivîl (SHGM), li herêmê di 223 rojên ku rewşa hewayê xweş bû da balonên hilmegulmê firîn û Kapadokya di turîzma balonê da kir nava cihên navendî.

Alîkarê Serokê Lijneya Nûnertiyê ya Herêma Kapadokyayê ya Yekîtiya Acenteyên Seyahetê ya Tirkiyeyê (TURSAB) Îsmaîl Sucu got, "Tûrên balonan ji bo turîzma herêmê, aborî û îstixdamê gelekî girîng in û ev fealiyet hema bêje Kapadokya veguherand muzeya servekirî."

Rêvebirê fîrmaya balonê Mehmet Dînler jî got ku li Kapadokyayê di salê da 220-235 rojan balon difirin û wiha dewam kir, "Tûrên balonan seba turîzma Tirkiyeyê unsûreke girîng a cazîbeyêy ye û ew di 2026an da bendewarê rekoreke nû ne."

Di 2023yan da 621 hezar û 949, di 2024an da jî 769 hezar û 814 turîst beşdarî tûrên balonê bûbûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.