Bülent Temiz
02 Gulan 2023•Rojanekirin: 05 Gulan 2023
Li Karliovaya (Kanîreş) navçeya Bîngolê, bi helîna berfê ra siruşt bi xwe va hat û rengîn bû.
Berfa deşta Kanîreşê heliya, hewa germ bû û siruşt bi xwe va hat.
Deştên ku gîha lê hêşîn bû, bûn pêgeha kesên ku ji kişandina wêneyan û siruştê hez dikin.
Gola Kaleyê jî bû wargeha werdekên beyanî û teyr û tûyan.